Serdana nexwesan wê li nexwesxaneyên Iraqê êdî bi pere be
PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê Salih Hesnewî ferman da ku serdana nexweşan li nexweşxaneyên giştî bi pere be û xebatkarên nexweşxaneyê û nexweş ji ber kişandina cixarê bên cezakirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê wezaretê ve hatiye weşandin û bi îmzeya Wezîrê Tenduristiyê Hesenwî ve hatiye îmzekirin, tenê rojên Duşem û Çarşemê saet di navbera 15:00 - 19:00an de û rojên Înê saet 08:00 - 12:00an de welatî wê karibin nexweşên xwe yên ku tên dermankirin li nexweşxaneyên dewletê ziyaret bikin.
Di biryarê de hat diyarkirin kesên ku li derveyî roj û saetên diyarkirî serdana nexweşan dikin divê 5 hezar dînar heqê serdanê bidin.
Herwiha li gorî biryara nû 10 hezar dînar cezayê pereyan li her kesê ku di nav kadroyên pizîşkî, nexweş û xizmên nexweşên nexweşxane û saziyên tenduristiyê de cixareyê bikişîne, tê birîn.
Berdevkê Rêveberiya Tendirustiya Kerkûkê Saman Yaba ji K24ê re ragihandiye ku biryar wê li nexweşxaneyên giştî yên Kerkûkê jî were cîbicîkirin. Herwiha da zanîn ku, ev biryar ji ber hatina welatiyên ku serdana nexweşan li nexweşxaneyên Kerkûkê dikin, ne pabendî bi saetên diyarîkirî yên serdana nexweşan û rêzikên tendirustiyê hatine girtin.
Saman Yaba diyar kir ku qerebalixiya ku ji ber serdanên nexweşan ên li nexweşxaneyên Kerkûkê çêbûye, di xizmeta tenduristiyê û karê pizîşkan de astengiyan çêdike û wiha got: "Lê belê piştî biryarê zextên li ser nexweşxaneyan kêm bûn û êdî nexweş dikarin baştir bên dermankirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin