Medya Îsraîlê: Milîsên li Iraqê çek û pereyan ji Hizbullahê re disînin
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku milîsên li Iraqê bi şandina çek û pereyan piştgiriya Hîzbûllaha Lubnanê didomînin.
Rojnameya Jerusalem Post îdia kir ku milîsên Iraqê rasterast bi Hizbullaha Lubnanê re hevkariyê dikin û ev hevkarî gefê li ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê dixwe.
Li gorî rapora rojnameya Jerusalem Post a Israîlî, komên çekdar ên iraqî rasterast alîkariya Hizbullaha Lubnanê dikin ji bo metirsiyê li ser ewlehiya neteweyî ya Israîlê.
Di raporê de hatiye ku Îran pêwendî û hevkariya rasterast bi Hizbullaha Lubnanê re heye û hin grûpên çekdar ên Iraqê vê dawiyê dest bi şandina alîkariyên leşkerî û darayî bo Hizbullaha Lubnanê kirine.
Rojnameyê nivîsî ku daxuyaniyên herî dawî yên Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qesam piştgiriya milîsên Iraqî piştrast dike.
Naîm Qassam di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku alîgirên Eniya Berxwedana Îslamî çi li Lubnanê, çi li cîhanê û çi jî li herêmê piştgiriya Hizbullahê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin