Ji ber îhtimala êrîsan wezîrên Ewropî serdana Samê betal kirin
PeyamaKurd - Wezîra Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser û Wezîrê Derve yê Awisturyayê Gerhard Karner serdanên xwe yên paytexta Sûriye Şamê betal kirin.
Wezareta Navxwe ya Almanyayê ragihandiye ku piştî rayedarên almanî derbarê êrîşeke muhtemel de agahî wergirtin, Wezîra Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser û Wezîrê Derve yê Awisturyayê Gerhard Karner îro 27ê Adarê serdanên xwe yên ji bo Şamê betal kirin.
Hate diyarkirin ku mijara serdana Şamê gotûbêjkirina dosyaya penaberên sûriyeyî bû. Diviyabû danê sibehê wezîr û şandeya pê re ji Urdunê biçûya Şamê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin