Daxuyaniya wezîrên ku çûn serdana gora Narîn
PeyamaKurd – Di derbarê Narîn Guran a ku di 8 saliya xwe de li Diyarbekirê hat qetilkirin, li Diyarbekirê Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya û Wezîrê Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaş nirxandin kirin. Ev daxuyanî ji aliyê Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç ve hat dayîn.
Di axaftina Yilmaz Tunç de xalên girîng wiha ne:
“Hemû rêxistinên me yên têkildar û hemû yekîneyên desthilatdar ên dewleta me pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Heta ku hemû detayên vê bûyerê derkevin holê em ê li ser vê bin. Niha jî lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve derbarê qetilkirina keça me Narîn a bi awayekî hovane hatiye destpêkirin bi baldarî tê lêkolînkirin. Her hûrgulî bi baldarî tête girtin. Ji bo eşkerekirina kiryar an jî kiryaran çi pêwîst be tê kirin.
Ez dixwazim li ser tiştên ku ji 21ê Tebaxê û vir ve hem di çarçoveya lêpirsîn û hem jî di çarçoveya xebatên lêgerînê de hatine kirin de hin agahiyan parve bikim.
Bi giştî îfadeya 267 kesan hat girtin. Apê Gûran û Nevzat Bahtiyar ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
"Li benda rapora dawî ya derbarê sedema mirinê de ye."
Tesbîtên ji cihê bûyerê û rapora Cendermeyan a Wanê li bendê ne. Nimûneyên tevna ku ji keça me ya nazik hatine girtin ji bo otopsiyê li Saziya Tiba Edlî ya Diyarbekir û Stenbolê tên lêkolînkirin. Li benda rapora dawî ya derbarê sedema mirina Saziya Tipa Edlî de ye.
Di vê pêvajoya hesas de ji bo bi rêkûpêk meşandina pêvajoya darazê, li gorî xala 150. a CMKê, ji bo ewlekariya lêpirsînê û ji bo ku edalet bê derengmayîn pêk were, nepenîtiya qonaxa lêpirsînê ya li gorî xala 150an a CMKê gelekî girîng e.
Girîng e ku şahid nebin zext û lêpirsîn bi awayekî adilane bimeşe. Divê nepenîtiya lêpirsînê û hesasiyetên hiqûqî bên dîtin. Agahiyên spekulatîf ên ku li derveyî daxuyaniyên rayedarên me yên fermî tên belavkirin, divê neyên bawerkirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin