Wezîrên Derve yên Spanya û Qeterê serdana Samê kirin

16 January 2025 20:01 0 dîtin
Wezîrên Derve yên Spanya û Qeterê serdana Samê kirin

PeyamaKurd – Wezîrên Derve yên welatên Qeter û Spanyayê serdana Şamê kirin û ligel Serokê Sûriyê yê serdema veguhêz Ehmed Şera civiyan.

Hate ragihandin ku Ehmed Şera, Wezîrê Derve yê Spanyayê Jose Manuel Albares û Wezîrê Derve yê Qeterê û Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdurrehman Al-Tanî cuda cuda pêşwazî kir.

Jose Manuel Albares li ser medya civakî piştî hevdîtina ligel Şera ragihand, "Li Şamê min bi Ehmed Şera re hevdîtin kir. Min ji rêveberiya nû re ragihand ku Spanya ji bo hemû Sûriyeyîyan proseyeke giştir, aştiyane ya siyasî dixwaze. Spanyayê xwe kiriye gorî ji dahatuya Sûriyê re.”