Wezîrê Derve yê Qeterê îro serdana Herêma Kurdistanê dike

15 January 2020 13:03 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Qeterê îro serdana Herêma Kurdistanê dike

 PeyamaKurd-  Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Ebdulrehman îro bi fermî serdana Bexdayê û Herêma Kurdistanê jî dike.

Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Ebdulrehman îro Çarşemê (15.01.2020) piştî serdana xwe ya Bexdayê dê bi fermî serdana Herêma Kurdistanê bike.

Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm da zanîn, Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Ebdulrehmandê bi rayedarên Iraqî re li ser rewşa Iraqê û aloziyên dawî yên navbera Amerîka, Îran û Iraqê de derketine, gotûbêj bike.

Qeter hewil dide ragêşiya ku piştî kuştina generalê îranî Qasim Suleymanî derketibû kêm bike. Çend roj berê Sanî jî seredana Îranê kiribû û bi Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî re hevdîtinek pêk anîbû.