Wezîrên Karûbarên Derve yên Misir û Urdinê îro serdana Iraqê dikin
PeyamaKurd – Wezîrên Karûbarên Derve yên Misir û Urdinê, îro serdana Iraqê dikin û bi Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê Fuad Husên re dicivin.
Li gor daxuyaniya Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf do Yekşemê diyar kir, îro Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê Fuad Husên, pêşwazî li Wezîrê Karûbarên Derve yê Urdinê Eymen Sefedî û Wezîrê Karûbarên Derve yê Misirê Samih Şukrî dike û bi wan re dicive.
Li gor zanyariyan, di civînê de, dê gotûbêj li ser dosyeyên siyasî, aborî û ewlehiyê bên kirin.
Di Cotmeha sala bihorî de li Qahîre û di Tebaxa bihorî de jî li Emmanê, du lûtkeyên Iraq, Misir û Urdinê hatibûne sazkirin û di wan lûtkeyan de tekezî li ser berfirehkirina hevkariyên aborî, bazirganî û hilberînê di navbera hersê welatan de hatibû kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin