Wezîrên karên derve yên Misir û Kuweytê li ser pêsdeçûnên Xezayê axifîn

02 November 2024 23:15 0 dîtin
Wezîrên karên derve yên Misir û Kuweytê li ser pêsdeçûnên Xezayê axifîn

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Misrê Bedr Abdulati û wezîrê karên derve yê Kuweytê Abdullah Ali el-Yahya di rêya telefonê de, li ser şerîda Xezayê û alîkariya mirovî ya ji bo Xezayê axifîn.

Ragihandin ji aliyê wezareta karên derve ya Misrê de nivîskî hat kirin. Di axaftinê de her weha li ser têkiliyên duqolî yên her dû dewletan rawestiyan.

Serokê Misrê Abdulfettah es-Sisi, di 27ê Cotmehê de gotibû:

“Ji bo 4 dîlên Îsraîlî û hinek Fîlîstîniyan ku wan biguhêrin, me daxwaz kiriye ku ji bo 2 rojan agirbes ragihînin û di nav 10 rojên bê de, ji bo agirbesa demkî bikin ya mayînde, wê hevdîtin bên kirin.”