Wezîrên Almanyayê li Meresê serdana mexdûrên erdhejê kirin

21 February 2023 22:13 0 dîtin
Wezîrên Almanyayê li Meresê serdana mexdûrên erdhejê kirin

PeyamaKurd - Wezîra  Derve ya Almanya Annalena Baerbock û Wezîra Navxwe ya Almanya Nancy Faeser serdana navçeya Pazarcix a Mereşê ku navenda erdheja mezin bû û wêran bûye kirin.

Wezîrên Alman ji aliyê Parêzgarê kordînator ê Kirikkaleyê Bulent Tekbiyikoglû û Şaredarê Pazarcixê Îbrahîm Yilmazcan ve hatin pêşwazîkirin û derbarê rewşa dawî ya Pazarcixê de agahî wergirtin.

Wezîrên Alman li Pazarcixê serdana mexdûrên erdhejê yên di konan de dimînin kirin û piştre jî çûn konê ji aliyê Rêxistina Tenduristîya Cîhanî ve hatiye vedan û derbarê xebatên tenduristiyê de agahî standin.

Hêjayî gotinê ye, Almanyayê biryar daye ku ji bo mexdûrên erdhejê di warê wergirtina vîzeyê de karhêsaniyê bike û tê çaverêkirin wezîrên Almanyayê serdana ofîsa vîzeyê ya Dîlokê jî bikin.