Nûnerê Almanyayê yê Rojhilata Navîn hat serdana Mazlûm Ebdî
PeyamaKurd – Nûnerê Almanyayê yê Rojhilata Navîn Tobias Tonkel, îro (20.01.2025) li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, hate serdana Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî.
Tobias Tonkel piştî hevdîtina xwe ya li gel Mazlûm Ebdî, ji North Pressê re gotiye ku wî li ser mijarên lezgîn û mafên kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kiriye.
Tonkel her weha got, “Maf û berjewendiyên kurdên Sûriyeyê wê bi diyaloga navxweyî ya di navbera hêzên HSD û rêveberiya nû ya Sûriyeyê de bên nîqaşkirin.”
Wî diyar kiriye, “Min bi Mazlûm Ebdî re li ser mijarên lezgîn ên ku divê di têkiliyên rasterast ên her du aliyan de bên çareserkirin gotûbêj kir û em li ser xebatên hevpar ên şerê li dijî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) jî axivîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin