Almanyayê ji bo Rojhilata Navîn banga kêmkirina ragesiyê kir

29 July 2024 20:01 0 dîtin
Almanyayê ji bo Rojhilata Navîn banga kêmkirina ragesiyê kir

PeyamaKurd -  Wezareta Derve ya Almanyayê, piştî êrîşa moşekî ya Hizbullahê li Girên Golanê ku sivîl hatin kuştin û bersiva artêşa Îsraîlê li Lubnanê, bi daxuyaniyekê banga kêmkirina rageşiyê li aliyan kir.

Hate diyarkirin ku bi taybet piştî êrîşa Mecdet Şemsê ya Girê Golanê rageşiya li Rojhilata Navîn zêde dibe û di ser de Îran bang li aliyên Rojhilata Navîn hate kirin ku rageşiyê kêm bikin.

Di daxuyaniya berdevkê Wezareta Derve de hate gotin, êrîşa Girê Golanê ya 12 sivîlan can daye bi hizra wan ji aliyê Hizbullaha Lubnanê ya Îran piştevaniya wê dike ve hatiye encamdan.

Berdevkê Wezareta Alman diyar kir, Wezîra Derve Annalena Baerbock, ji bo kêmkirina rageşiyê bi hempîşeyê xwe yê Lubnanê Ebdullah Buhebîb jî di nav de bi gelek kesan re hevdîtin kirine.

Herwiha di daxuyaniyê de bang li welatiyên Alman ên tê texmîn kirin li dor hezar û 30 kesî ne jî hate kirin ku terka Lubnanê bidin.