Wezîrê Derve yê Amerîka cardin serdana Rojhilata Navîn dike
PeyamaKurd – Hate ragihadin ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken ji bo gotûbêjkirina agirbesta li Şerîda Xezayê, îro digihe Rojhilata Navîn.
Blinken, ji destpêka şerê Xezayê ve 10 car in Rojhilata Navîn dike, ji bo serxistina hewlên dîplomatîk ên welatê xwe ji bo gihîştina agirbestê Xezeyê û bidawîanîna şerê ku zêdetirî 10 mehan berdewam dike.
Rayedarên Amerîkî her çiqas red nakin ku ji bo bidawîkirina şerê Xezeyê, hîn gelek kar maye jî hêvîya xwe ya ji bo rêkeftina agirbestê jî tînin ziman ku niha li Dohaya Qeterê gotûbêjên
Li aliyê din Wezîrên derve yên Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalya jî di daxuyaniyeke hevbeş de, piştevaniya xwe ji serxistina gotûbêjên agirbestê nîşan dan û bang li hemû aliyan kirin ku xwe ji kiryarên ku rewşê aloztir dikin dûr bixin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin