Wezîrê Derve yê Amerîka yekem serdana derve bo Îsraîlê kir

16 February 2025 10:34 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Amerîka yekem serdana derve bo Îsraîlê kir

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rêveberiya Donald Trump a Amerîkayê Marco Rubio, dest bi geşta xwe ya Rojhilata Navîn kir û yekem serdana xwe bo Tel Avîvê kir.

Televîzyona dewletê ya Îsraîlê (KAN) ragihandiye ku Rubio êvara şemiyê gihiştiye Tel Avîvê û li wir ji aliyê Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ve hatiye pêşwazîkirin.

Hat diyarkirin ku serdana Rubio ya Tel Avîvê rastî dema bangên navbeynkarên navneteweyî yên bi pêşengiya Amerîka, Qeter û Misirê yên ji bo destpêkirina gera duyem a pevguhertina dîlan û agirbesta Xezeyê pêk tê.

Rubio 21ê Kanûnê dest bi karê xwe kiribû û ev serdana wî ya yekem a Îsraîl û Rojhilata Navîn e.

Ofîsa Medayayê ya Îsraîlê ya 14ê Sibatê ragihandibû ku Marco Rubio wê li Ofîsa Serokwezîriyê ya li Qudsê Rojava (Orşelîm) bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re bicive û piştî hevdîtinê civîneke hevpar a rojnamevanî bê lidartistin.