Wezîrê Derve yê Amerîkayê serdana Erebistana Siûdî û Misirê dike

20 March 2024 09:09 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Amerîkayê serdana Erebistana Siûdî û Misirê dike

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Antony Blinken ji bo agirbesta muhtemel a li Xezzeyê wê li Erebîstana Siûdî û Misrê hevdîtinan bike.

Blinken di serdana xwe ya li Fîlîpînê de ji çapemeniyê re ragihand ku ew ê careke din biçe Rojhilata Navîn.

Blinken diyar kir ku ew ê roja Çarşemê serdana Ceddaya Erebistana Siûdî û roja Pêncşemê jî serdana Qahîreya paytextê Misrê bike da ku çareseriyekê ji krîza Xezzeyê re bê dîtin û hevdîtinên agirbestê bileztir bikin.

Blinken ku wê di 7ê Cotmehê de cara 6emîn serdana Rojhilata Navîn bike, diyar kir ku ew ê ji bo mîmariya aştiya herêmî hevdîtinên dîplomatîk bikin.

Blinken derbarê ku ew ê biçe Îsraîlê yan na tu nirxandinek nekir.