Wezîrê Derve û Berevaniya Amerîkayê serdana Kîevê dikin

24 April 2022 09:29 0 dîtin
Wezîrê Derve û Berevaniya Amerîkayê serdana Kîevê dikin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku biryar e îro Yekşemê 24ê Nîsanê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin serdana paytexta Ukrayna Kîevê bikin.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, şeva borî ji rojnamevanan re ragihand ku Blinken û Austin serdana Kîevê dikin û ew dê ligel hevdu bicivin.

Zelenskiy di axaftina xwe de, li ser dorpêça bajarê Mariupolê jî got, “Heger li Mariupolê xelkê me bê tunekirin, li herêmên dagirkirî referandûmên sexte bêne çêkirin wê Ukryna ji her cure mizakereyên ligel Rûsyayê vekişe.”