Wezîrê Berevaniya Iraqê serdana baregeha Amerîkayê kir

21 October 2023 14:49 0 dîtin
Wezîrê Berevaniya Iraqê serdana baregeha Amerîkayê kir

PeyamaKurd – Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Ofîsa Çapemeniyê ya Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Muhammed Abbasî ve hat dayîn, Abbasî serdana Baregeha Eyn El Esed a li parêzgeha Enbarê ya ku leşkerên Amerîkayê lê ne, kir.

Abbasî yekîneyên li baregeha leşkerî geriya. Derbarê naveroka serdanê de agahî nehatin dayîn.

Do kirin hedef

Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin, bi roket û balafirên keşfê êrîş birin li ser Baregeha Leşkerî ya Eyn El-Esed ku leşkerên Amerîkayê lê ne û di hundirê baregehê de dengên gelek teqînan hatin bihîstin.

Artêşa Iraqê derdora baregehê dorpêç kiribû.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşan de êrîş piştrast kir û got, "Leşkerên me li nêzî baregeha Eyn El-Esed a Iraqê 2 balafirên bêmirov xistin xwarê."