Wezîrê Berevaniya Iraqê, serdana Tirkiyeyê kir

05 October 2023 14:00 0 dîtin
Wezîrê Berevaniya Iraqê, serdana Tirkiyeyê kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Wezîrê Berevaniya Iraqê Thabit Mihemed El Ebasî derbasî Tirkiyeyê bû û hat diyarkirin ku dê di vê serdanê de bi hemtayê xwe re li ser mijarên ewlehiyê bicive.

Di agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku Mihemed El Ebasî dê di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya li Tirkiyeyê de ligel Wezîrê Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyeyê Yaşar Guler bicive.

Hat diyarkirin ku dê hevdîtina navbera wezîran li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê bê kirin û dê li ser mijarên berevanî, ewlehî û hevkariya di warê berevaniyê yên dualî û herêmî de gotûbêj bên kirin.