Wezîrê Berevaniya Iraqê li gel sandeyekê serdana Kerkûkê kir

08 September 2021 13:01 0 dîtin
Wezîrê Berevaniya Iraqê li gel sandeyekê serdana Kerkûkê kir

PeyamaKurd – Şandeyeke Bilind a Leşkerî ya Iraqê, bi serokatiya Wezîrê Berevaniyê serdana Kerkûkê kir.

Şande, îro 08.09.2021ê serê sibehê gihîşt Kerkûkê û di şandeyê de Wezîrê Berevaniya Iraqê Cume Înad, serfermandarê artêşa Iraqê ferîqê yekem Ebdulemîr Yarula, şêwirmendê leşkerî yê Serokwezîr Irfan Heyalî û Cîgirê Serfermandarê operasyonên hevbeş ferîqê yekem rukin Ebdulemîr Şemerî di şandeyê de cîh girtin.

Li gor çapemeniya Iraqê şande dê li ser rewşa ewlehiya Kerkûkê raweste, ku wan dawiyane çekdarên DAIŞê zêde dest bi tevgerê û karên terorîstî kirine.