Du wezîrên Alman serdana Bakurê Kurdistanê dikin

20 February 2023 18:24 0 dîtin
Du wezîrên Alman serdana Bakurê Kurdistanê dikin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sibe Sêşemê 21ê Sibatê Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock û Wezîra Navxwe ya Almanya Nancy Faeser, wê serdana bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê bikin ku navenda herdu erdhejên mezin bû.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Almanyayê Christian Wagner, li Berlînê ragihand ku Baerbock û Faeser sibe diçin Mereşê û serdana herêmên erdhejê û ziyandîtiyên erdhejê dikin.

Wagner, zêdetir hurgiliyên serdanê nedan, lê medya Alman ragihandiye ku wê herdu wezîrên Alman serdana navçeya Pazarcix a Mereşê bikin û bi nûnerên saziyên sivîl re hevdîtinan pêk bînin.

Herwiha tê çaverêkirin ku wezîrên Alman li bajarê Dîlokê jî serdana ofîsa vîzeyê ya Almanyayê bikin û hêsankariyên bo çûyîna Almanya ji mexdûrên erdhejê re bişopînin.