Serokê CHPê berî serdana bajarên Bakurê Kurdistanê wê biçe cem Demirtas
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê Serokê Giştî yê partiya opozîsyonê ya Tirkiyê CHP Ozgur Ozel, li Girtîgeha Edirneyê serdana hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş bike.
Li gorî çavkaniyên CHPê, wê Ozel beriya serdana xwe 5 rojî ya ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê serdana Selahattîn Demîrtaş bike ku ji bo serdanê roja 21ê Cotmehê hatiye diyarkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî silava Serokê MHPê Devlet Bahçelî û daxuyaniyên wî yên derbarê nermbûn û normalbûnê bi DEM Partiyê, li Tirkiyeyê nîqaşên pêvajoyeke nû ya çareseriyê dest pê kirine. Bahçelî herî dawî jî doh bang li Abdullah Ocalan kir, tesfîyekirina rêxistina xwe PKKê ragihîne daku rewş asayî bibe.
Biryar e hevserokên DEM Partiyê jî 17ê Cotmehê serdana Demirtaş bikin ku sibe jî parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan diçe serdana Girtîgeha Edirneyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin