Hevserokên DEM Partîyê serdana CHPê kirin: 'Kêfxwes im ku heta niha qeyûm nehatine tayînkirin'
PeyamaKurd - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari serdana navenda giştî ya CHPê kirin û bi Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel re civiyan.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan li Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarê (CHP) bi Serokê CHPê Ozgur Ozel re hevdîtin kirin.
Krîzên demokrasiya Tirkiyê hatin axaftin
Serokê CHPê piştî hevdîtinê di civîna rojnamevanî ya hevpar de got: “Me derfet dît ku em bandorên encamên hilbijartina herêmî li ser hilbijartinên giştî, pirsgirêk û krîzên ku di demokrasiya Tirkiyeyê de hatine jiyîn û rojevên ku di vê hefteyê de gelek tişt hatin axaftin, serdanên Serokê Parlementoyê bi her du partî û partiyên din re, hevdîtina ku min duh bi Serokkomar re kiribû, li ser van danûstandina fikran û nêrînan û nirxandinan bikin.”
Özel li ser keşûhewaya piştî hilbijartinên 31ê Adarê jî kêfxweşiya xwe ya ku heta niha qeyûm li ser şaredariyên DEM Partiyê qezenc kirine nehatine tayînkirin anî ziman û got: “Piştî hilbijartinên herêmî yên borî demokrasiya Tirkiyeyê bi awayekî girîng birîndar bûbû. Di vê hilbijartinê de ewilî li Wanê rewş derket holê. Li wir piştevaniyeke gelek girîng hate nîşandan. Ji xeletiyekê hate vegerîn. Kêfxweş im ku heta niha pêkanîna qeyûman nehatiye sepandin.”
DEM Partiyê CHP pîroz kir
Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan jî diyar kir: “Me di heman demê de ji ber encamên di hilbijartinên herêmî de wergirtine ew pîroz kirin. Heta niha di navbera saziya siyasetê de dîwar hatibûn lêkirin û berberiyek hebû. Ji ber vê yekê saziya siyasetê nedikarî meseleyên herêmê û Tirkiyeyê nîqaş bike. An jî nedikarî baş nîqaş bike. Li Tirkiyeyê êdî krîzên heyî bi nêzîkatiya deshilatê nikarin bên çareserkirin, an jî kûrtir dibin. Di mijara demokrasî û azadiyan de pirsgirêkên cidî hene. Hê jî rewşeke ku vîna siyasî ya ku di encamên hilbijartinê de derkete holê nepejirîne heye. Ev bûn sebep ku siyaset, muxalefet û partiyên siyasî bên cem hev.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin