Serokê CHPê serdana Demirtas kir: Em ji destpêkirina pêvajoyeke nû re nabin asteng
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel, îro 20ê Cotmehê li Girtîgeha Edirneyê serdana Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş kir.
Ozel piştî serdanê li ber girtîgehê daxuyanî dan û got: “Eger em ê li Tirkiyê pirsgirêkan çareser bikin, hemû aktor bi qîmet in. Divê hesab li gorî berjewendiyên siyasî neyên kirin.”
Serokê CHPê li ser egera pêvajoyeke aştî û çareseriyê jî destnîşan kir û got ku ew ê nebin asteng jê re.
Herwiha Ozel diyar kir, “Divê binê girîngiya aktorekî wek Demirtaş bê xêzkirin” û wekî navnîşana çareserkirina pirsa Kurd jî Parlamentoya Tirkiyeyê nîşan da.
Ozel li ser serdana xwe ya bo Demirtaş û şaredarê berê yê Diyarbekirê Selçûk Mizrakli wiha axivî: “Tişta ku di sedsala yekemîn de me nekarî em bikin em ê bi hev re sererast bikin. Me bi Demîrtaş re li ser hemû pirsgirêkên welêt axivî, me li ser dadperweriyê axivî. Pirsgirêk, krîza aborî, çawaniya derbaskirina wan. Me li ser serweriya yasayê û pêdiviya rêveberiya baş axivî. .. Me li hev kir ku em bi Demîrtaş û Selçûk Mizrakli re di nava têkiliyê de bin û dema ku pêdiviya me bi nêrînên hev hebe, em bi hev re hevdîtinê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin