Hevserokên DEM Partiyê serdana Demirtas kir: Em soz didin…
PeyamaKurd - Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, piştî ku doh serdana hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag kirin, îro 20ê Gulanê jî çûn Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê serdana Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş kirin.
Dadgehê di Doza Kobaniyê de ji bo Yuksekdag 30 sal ji bo Demirtaş jî 42 sal cezayê girtîgehê birîbû. Bakirhan û Hatimogullari piştî serdanê li ber girtîgehê daxuyanî dan.
‘Biryarê nekarî bi Fîgen û Demirtaş paşde gav bide avêtin’
Tulay Hatimogullari da zanîn ku cezayên giran li kesên di têkoşîna yekbûyî de israr dikin hatiye birin û Doza Kobaniyê weke dozeke komplo û tolhildaneke siyasî bi nav kir. Hatimogullari got, “Dema me serdana her du hevserokên xwe kir, me dît ku moralê wan gelekî bilind e. Rêzdar Selahattin Demirtaş wekî duh îro jî bi heman helwest û motîvasyonê ye. Vê biryarê bi qasî serê derziyê jî nikaribûye bi hevrêyên me Figen û Selahattîn paş de gav biavêje."
‘Em soz didin wan azad bikin’
Tuncer Bakirhan jî got ku ew ceza û darizandina doza Kobaniyê nas nakin û wiha pê de çû: “Demirtaş di serî de spasiya partiya me û gelên me yên Tirkiyê kir. Em jî careke din soz didin, heta hevalên xwe yên girtîgehan azad bikin têkoşîna xwe ya bo demokratîkbûna Tirkiyê berdewam bikin û soz didin ji bo dozên siyasî yên qûmpasan çênebin bi biryar têkoşîna xwe bidomînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin