Demirtas ji bo partiyên dijber: Li her derê digerin, gelo ji bo çi serdana zîndanan nakin

02 November 2021 13:07 0 dîtin
Demirtas ji bo partiyên dijber: Li her derê digerin, gelo ji bo çi serdana zîndanan nakin

PeyamaKurd – Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş diyar kir, Wezareta Dadê ya Tirkiyê, krîzan wek derfetan bikar tîne û binpêkirinên li zîndanê kirine hertimî.

Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ku pênc sal in di zîndanê de ye bi rêya parêzerên xwe da zanîn, girtiyên Zîndana Edîrneyê bîst roj in bi diruşman binpêkirinan şermezar dikin.

Herwiha eşkere kir, qedexeya hevdîtina rûbirû ya bi malbat û parêzeran re, bi hinceta petaya Korona hîn jî didome. Wezareta Dadê krîzan wek derfetê bikar tîne û binpêkirina mafan kiriye hertimî.

Demîrtaş bang li serokên partiyên dijber kir û got, li her derê digerin, gelo ji bo çi serdana zîndanan nakin ku zedetirî 300 hezar kesan tê de ne.