Partiyên Sî’a yên tund dixwazin Amerîka ji Iraqê derê
PeyamaKurd-Bi mehaye ku partiyên şî’a yên ku bi tundî tevdigerin, dixwazin Amerîka leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne. Li ser van daxwazên di rojevê de, îro maslahatguzarê balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexda Joey Hood bo çapemeniyê civînekî lidarxist. Hood di civîne de ragihand ku ew li ser daxwaza hukumeta Iraqê li wê derêne û weha dewam kir:
“Eger hukumeta Iraqê daxwaz bike, hêzên me, yên koalîsyona navdewletî û NATO yê dikarin ji Iraqê vekişin.”
Hood got ku li Iraqê 5 hezar û 200 leşkerên Amerîka wezîfe dikin û bi hêzên Iraqê re tevidgerin û ji wan re şêwirmendî dikin. Leşkerên Iraqê bê wan nikare asayîşa welat temîn bike û hêj negihane wê astê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin