Serokê Amerîkayê: "Pûtîn û Zelenskyy dixwazin ser bi dawî bibe"
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy dixwazin şer bi dawî bibe.
Donald Trump li Balafirgeha Navneteweyî ya Palm Beach ji rojnamevanan re axivî.
Trump diyar kir ku şerê Rûsya û Ûkraynayê şerekî ku qet nediviyabû dest pê bikira û ji bo aştiyê dixebitin û got, dibe ku di demeke nêz de bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bicive.
Trump diyar kir ku Pûtîn dixwaze şer biqede û wiha got: "Ez difikirim ku ew (Pûtîn) dixwaze şer rawestîne."
Li ser pirsa gelo Serokê Rûsyayê Pûtîn hemû Ukraynayê dixwaze yan na, Trump got, "Ez difikirim ku ew dixwaze raweste. Ev pirsa min jê kir. Ji ber ku ger berdewam bike, wê ji bo me pirsgirêkek mezin be. Ji bo min jî pirsgirêkek mezin e. Ji ber ku mirov nikare destûrê bide vî tiştî. Ez difikirim ku ew dixwaze dawî li vê yekê bîne."
Trump bal kişand ku Volodymyr Zelenskyy jî heman nêrîn parve kir û got, "Herdu jî dixwazin bi lez dawî li vê yekê bînin. Zelenskyy jî dixwaze dawî li vê yekê bîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin