Serokê Amerîkayê: Ji ber kiryarên Pûtîn hemî Ewropa bû alîgirê NATOyê
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir, bersivdana Rojava ya dijî şerê hovane ya Serokê Rûsya Vladimir Putin ya ser Ukrayna, nîşan dide ku ew bi nirxên hevbeş sîyasetê dikin, ne bi sînorên cografî.
Biden di axaftina xwe de dagirkeriya Rûsî wek êrîşeke rastrast ya ser hîma nîzama navnetewî bi nav kir û got: “Armanca kiryarên Putin ew bû ku tevahiya Ewropa wek Fînaldîya bike, an ku wana bêalî bike. Lê, li şûna wê yekê hemî Ewropa bû alîgirê NATOyê.”
Biden axaftina xwe di merasîma qedandina Akademîya Hêzên Deryayî (Naval Academy) de kir û ji xwendekaran re eşkere kir, ew nûner û berevankarên demokrasiya wan in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin