Kremlîn: Rûsya û Amerîka dixwazin qeyrana Ûkraynayê çareser bikin

24 March 2025 15:03 0 dîtin
Kremlîn: Rûsya û Amerîka dixwazin qeyrana Ûkraynayê çareser bikin

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov li ser mijarên aktuel ên li paytext Moskowayê pirsên rojnamevanan bersivand.

Peskov bal kişand ku mizakereyên di navbera Rûsya û Amerîkayê de li Riyada paytexta Erebistana Siûdî dest pê kirine û destnîşan kir ku însiyatîfa ewlehiya keştiyên li Behra Reş di rojeva mizakereyan de ye.

Peskov anî zimên:

“Rûsya û DYA dixwazin ji bo çareseriya krîza Ûkraynayê bi pêş ve biçin. Di vê mijarê de têgihiştineke hevpar heye. Lê belê divê di mijarên teknîkî de gelek xebat bên kirin.”

Peskov bal kişand ku artêşa Rûsyayê fermana Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn a ji bo êrîşkirina ser çavkaniyên enerjiyê yên Ûkraynayê pêk neanî û weha got: 

“Em rewşê bi baldarî dişopînin. Derfetên hevkarên me yên Amerîkî jî hene ku bişopînin û analîz bikin.”