Amerîka: Em dixwazin bazirganiya Tirkiye-Rûsyayê kêm bibe

08 April 2023 13:30 0 dîtin
Amerîka: Em dixwazin bazirganiya Tirkiye-Rûsyayê kêm bibe

PeyamaKurd – Serokê Ofîsa Koordînasyona Cezayan a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê James O'Brien diyar kir, ew dixwazin di çarçoveya mueyîdeyên ku ji ber şerê Rûsya û Ûkraynayê li ser Rûsyayê hatine sepandin de bazirganiya Tirkiyeyê ya bi Rûsyayê re kêm bibe.

Li gor nûçeya ku Reutersê belav kiriye; James O'Brien bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye razî bûye şandina berhemên rojavayî yên dorpêçkirî ji bo Rûsyayê rawestîne piştî zextên welatên G7, James O'Brien got, Washington wê çavdêriya daneyên bazirganiyê yên di navbera Enqere û Moskowê de bike li hêviya kêmbûnê.