DYAyê ji ber bazirganiya bi Rûsyayê re hisyariya sepandina guvasên ser bankan da Tirkiyeyê
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hişyarî daye Tirkiyeyê û gotiye: "Eger hun dev ji bi ser bankên xwe ve bazirganiya bi Rûsyayê re bernedin, em ê guvaşan li ser piraniya bankên we bisepînin."
Li gor medyaya Rûsyayê, piştî hişyariya tund a DYAyê, bankên Tirkiyeyê xwe amade dikin ku danûstandinên bazirganî yên bi Rûsya û Belarûsê re rawestînin û van karûbaran tenê bi ser bankekê ve bikin.
Di nûçeya ajansa nûçeyan a Rûsyayê (TASS) ku spartiye jêderekî payebilind ê Tirkiyeyê ye de hat ragihandin ku şandeyeke ji Wezareta Gencîneyê ya DYAyê ji bo ku bi rayedarên Wezareta Darayî ya Tirkiyeyê re hevdîtinekê pêk bîne dest bi hewldanan kiriye.
Jêder aşkere kiriye ku şandeya DYAyê hişyarî daye bankên Tirkiyeyê ku eger di warê bazirganî û bankî de bi Rûsiya re danûstandinan bikin, wê DYA guvaşan li ser piraniya bankên Tirkiyeyê bisepîne.
Jêder wiha gotiye: “Li gorî rewşa heyî hema bêje hemû bankên Tirkiyeyê dixwazin bi temamî xwe ji danûstandinên bazirganî yên bi Rûsya û Belarûs re vekişînin. Ew dixwazin hemû danûstendinan ji banka bi navê Banka Beşdariya Emlaqê (Emlak Katilim Bankasi) re bihêlin da ku xwe ji pirsgirêkên ku di siberojê de bi awayê sînordar û mueyîdeyan derkevin holê biparêzin."
Beriya niha Balyozê Rûsyayê yê Tirkiyeyê Aleksey Erxov gotibû ku bankên Tirkiyeyê her ku diçe kompaniyên ku di veguhestina kelûpelan a ji bo Rûsyayê de beşdar in, diqewirînin, şandina wan asteng dikin û hesabên wan digirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin