Ûkrayna bi fuzeyên DYAyê li Rûsyayê xist û wê Rûsya bersivê bide

26 November 2024 20:00 0 dîtin
Ûkrayna bi fuzeyên DYAyê li Rûsyayê xist û wê Rûsya bersivê bide

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku Ûkrayna li herêma Kurskê bi fuzeyên DYAyê yên ATACMSê êrîşan kiriye û wê bersiva êrîşê bê dayîn. Wezaret, wêneyên bermayên fuzeyên ATACMSê yên di 23 û 25 ê Sermawezê de li ser axa Rûsyayê hatine bikaranîn, bi raya giştî re parvekir.

Wezareta bergiriya Rûsyayê ragihand ku di nav 3 rojan de li herêma Kurskê, fuzeyên navborî hatine bikaranîn û weha dewam kir:

“Di 23ê yê meha Sermawezê de, Ûkrayna bi malê Amerîka bi 5 heb fuzeyên ATACMSê êrîşê ciyê ku sîstema bergiriya Rûsyayê S-400 lêne xist. Sîstema hrewayî ya Pantsirê 3 heb ji wan xist û 2 heb gihan hedefên xwe. Di encama êrîşê de sîstema bergiriya me zerarê dît û leşkerên me birîndar bûn. Rûsya ji bo bersivê bide amadekariya xwe dike.”