Rûsyayê li Ûkraynayê 2 cih bi dest xistin
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku wan li herêmên Xarkiv û Donetskê yên Ûkraynayê 2 mezra bi dest xistine.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de, derbarê kiryarên artêşa Rûsyayê yên li Ukraynayê de agahî hat dayîn, hat destnîşankirin ku leşkerên Rûsyayê li eniya Ukraynayê bi pêş ve diçin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Yekîneyên komên leşkerî yên Rojava û Navîn, mezrayên Lozovaya yên herêma Xarkovê û mezrayên Krasnoye yên Komara Gel a Donetskê rizgar kirin."
Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de li 138 herêman êrîş li ser binesaziya balafirgeha leşkerî ya Ukraynayê, atolyeyên hilberandin û depokirina wesayîtên hewayî yên bêmirov (ÎHA) û xalên ku leşker û alavên leşkerî û yekîneya "Legyona Biyaniyan" lê bi cih bûne hatin kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji destpêka operasyonê heta niha 650 balafir, 283 helîkopter, 38 hezar û 341 balafirên bêmirov, 590 sîstemên moşekî yên parastina hewayî, 19 hezar û 952 tank û wesayitên zirxî, 1504 roketavêjên pirlûle, 19 hezar û 932 obus û hawan û 29 hezar moşekên artêşa Ukraynayê "427 wesayîtên leşkerî yên taybet hatin îmhakirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin