DYA û Almanya destûr dan Ûkraynayê ku bi çekên wan hêrisî axa Rûsyayê bike

31 May 2024 15:40 0 dîtin
DYA û Almanya destûr dan Ûkraynayê ku bi çekên wan hêrisî axa Rûsyayê bike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Almanyayê destûr dane Ûkraynayê ku bi çekên ku wan dane wê, hêrişî baregehên leşkerî yên nav axa Rûsyayê bike.

Rayedarên DYAyî gotin ku Serok Joe Biden, yekem car destûr da Ûkraynayê ku çekên Amerîkî li dijî baregehên leşkerî yên axa Rûsyayê bikar bîne.

Rayedaran diyar kirin ku ev çek dikarin li dijî leşker, top û frokeyên şer ên Rûsyayê bêne bikaranîn, lê belê destnîşan kirin ku ev destûr, tenê ji bo eniya Xarkovê derbazdar e.

Rayedarê Amerîkî got: "Siyaseta me ya li ser qedexekirina bikaranîna Sîstema Mûşekên Taktîk a Artêşê (ATACMS) an jî lêdanên dûravêj ên li dijî axa Rûsyayê neguheriye.”

Berpirsekî artêşa Ûkraynayê jî ji BBC re ragihand ku ferman ji bo wî hatiye dayîn ku ew dikarin çekên Amerîkî di rewşên bersivdayîna hêrişên Rûsyayê de bikar bînin.

Hêzên Rûsî di hefteyên dawî de di encama hêrişên ji nişka ve duyemîn bajarê herî mezin ê Ûkraynayê Xarkovê xistin bin kontrola xwe.

Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky beriya demekê gotibû ku Rûsya, piştî destkeftên vê dawiyê yên li Xarkovê, dikare hêrişên xwe yên li ser bakur rojhilatê welat zêdetir bike.

Qesra Spî û Wezareta Derve derbarê mijarê de ti daxuyanî nedan.

Almanyayê jî heman biryarê da

Ji aliyê din ve hate ragihandin ku Almanyayê jî destûr daye Ûkraynayê ku bi çekên ku Berlînê dabû wê, li dijî armancên leşkerî yên nav axa Rûsyayê bikar bîne.

Berdevkê Serokwezîr Olaf Scholz, Steffen Hebestreit di derbarê mijarê de yasayên navneteweyî destnîşan kir û got: “Li gorî yasayên navneteweyî, Kîev xwedî mafê parastina xwe ya li hember hêrişên ji hundirê Rûsyayê ye. Ew dikarin çekên ku me jî daye wan bi kar bînin.”

Brîtanyayê jî beriya çend mehan diyar kiribû ku ew ji sivikkirina qedexeyên çekên ku welatên rojava dane Ûkraynayê re vekirî ne.

Rûsyayê li dijî van biryaran gef xwar

Ji aliyê din ve Moskowê li dijî egera bikaranîna çekên welatên rojavayî ya li dijî armancên nav axa Rûsyayê daxuyaniyên gefdar da.

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin got: “Divê welatên Ewropayê, bi taybetî jî welatên biçûk, haya wan ji tiştên ku rû didin hebe.”

Pûtîn angaştibû ku ger hêzên Ûkraynayê hêrişeke bi vî rengî pêk bînin, wê berpirsiyarî bikeve stûyê dabînkerên çekan ên rojavayî.

Hin welatên endamên NATOyê, ji van geşedanên rikdar metirsîdariya xwe radigihînin.