Almanya û Hirvatistan bi tankan destekê dê bidin Ûkraynayê
PeyamaKurd – Almanya û Hirvatistan biryarê dan ku 30 tank û 30 alavên zirxî yên leşkeran hildigrin ku yên dewra Sowyeta berê ne, da bişînin Ûkraynayê û nameya niyetê îmza kirin.
Tank, li Hirvatistanê ne û bi hevkariya her dû welatan, dê Hirvatistan ji Almanya tankên nûjen yên Leopard 2A8 bikire. Wezareta bergiriyê ya Almanya di daxwuyaniya xwe de got; wezîrê bergiriyê yê Almanya Boris Pistorius û wezîrê Hirvatistanê yê berevaniyê Ivan Anusic, li bajarê Berlinê, li ser rewşa Balqanan, desteka Ûkraynayê û nûjenkirina artêşa Hirvatistanê axifîne.
Pistorius û Anusic, bi desteka maddî ya Almanya 30 tankên ku ji dewra Sowyeta berê di destê Hirvatistanê de mane û 30 alavên zirxî yên xebatkaran hildigrin, perçên wan yên yedek û muhîmmatên wan ji bo bidin Ûkraynayê, nameya niyetê di navbera xwe de îmze kirin.
Desteka ku di mijarê de Almanya bide Hirvatistanê wê di kirîna tankên malên Almanya di ya Leopard 2A8an de bê bikaranîn. Wezîrê bergiriyê yê Hirvatistanê Pistorius, got ku wê tankan di nav salê de teslîmê Ûkraynayê bike û weha dewam kir:
“Ji bo destekê bidin Ûkraynayê, divê em wext wenda nekin.”
Li ser mijarê, wezîrê berevaniyê yê Hirvatistanê Anusic got ku hukumet dê veberhênanê ji bo artêşê bike û weha dewam kir:
“Wê artêşa Hirvatistanê bi tankên nûjen û xwurt yên şer bi Leopard 2A8an bê kemilandin. Bi vî awayî, em teknolojiya bergiriya ya Sowyetê û çek û techîzatên wan, bi ya Rojava diguherînin û dewam dikin. Bi vê hevkariya bi Almanya re, me derfetê dît ku em alavên bergiriyê yên nuh bikirin û di heman wextî de em alîkariya Ûkraynayê bikin”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin