Almanya: Em dikarin bi merc tanqên zirxposî bidin wî welatî
PeyamaKurd- Li gorî nuçeya Suddeutsche Zeitungê, heger Amerîka tanqên şer ên bi cureya Abrams radestî Ukraynayê bike, rêveberiya Almanyayê jî dê bikaribe tanqên Leopard bişîne Ukraynayê.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, roja sêşemê di pêwendiyeke telefonî de ji Serokomarê Amerîkayê Joe Biden re ragihandiye ku tenê eger Amerîka tanqên şer ên ji cureya Abrams radestî Ukraynayê bike, ew ê bikaribin tanqên Loepard bidin Ukraynayê.
Hat destnîşankirin ku her çend Scholz di hevdîtinê de ev şert hanîbû zimên jî Biden di vî warî de tu soz nedane û hat destnîşankirin ku ne diyar e bê ka dê beriya Civîna Koma Têkiliyê ya Ukraynayê roja Îniyê li baregeha asîmanî ya Rammstein a Amerîkayê, li Almanyayê gav bên havêtin yan na.
Kompaniya Krauss-Maffei Wegmann heta niha nêzî 3600 tanqên şer ên Leopard-2 çêkirine û radestî gelek welatan kirine. Hat diyarkirin ku di artêşa Almanyayê de nêzî 300 tanqên Leopard hene. Ji bo ku welatek tanqa Leopardê ya di envantera xwe de derxîne welatekî din, pêdivî bi erêkirinê heye.
Nêzîkî 2 hefte berê jî Almanyayê ragihandibû ku ew ê 40 wesayîtên şer ên zirxî yên Marder bidin Ukraynayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin