Swêd: Di sert û mercên îro de em dikarin çekan hinardeyî Tirkiyê bikin

30 May 2022 11:00 0 dîtin
Swêd: Di sert û mercên îro de em dikarin çekan hinardeyî Tirkiyê bikin

PeyamaKurd – Serokê Daîreya Kontrolkirina Hinardekirina Çekan a Dewletê li Swêdê (ISP) Karl Evertsson, di derbarê gotûbêjiên bi Tirkiyê yên li ser serlêdana Swêdê ya ji bo endamtiya NATOyê de, ji rojnameya Expressenê re axivî û diyar kir, di şert û mercên îro de ew dikarin çekan hinardeyî Tirkiyê bikin.

Serokê Daîreya Kontrolkirina Hinardekirina Çekan a Dewletê li Swêdê (ISP) Karl Evertsson da zanîn, ew çekan di bin şert û mercên ku Komîsyona Parastinê ya Swêdê diyarkirî de hinar de dike û eşkere kir: “Niha pêwîstiya Tirkiyeyê bi çekên me nîne. Ji me çekan nakirin. Em serlêdanên komîsyonên parastinê li gorî rewşê dinirxînin. Di şert û mercên îro de em dikarin çekan bifroşin Tirkiyê.”

Herwiha Evertsson li ser pirsa ku çekên antîtank AT-4 ên Swêdê çawa ketin destê PKKê de destnîşan kir: “Em van çekan nadin rêxistinan. Dibe ku sedema vê yekê ew bû ku ev çekên navborî di bin lîsansa Amerîkayê de jî tên hilbirîn û em bala xwe nadin wê yekê ku ka çawa ev çek ji bo welatên sêyemîn jî têne şandin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Daîreya Kontrolkirina Hinardekirina Çekan a Dewletê li Sweêdê di 15ê Cotmeha 2019an de firotina çekan ji bo Tirkiyê qedexe kiribû.