PKK sert û mercên vekisîna ji Sûriyeyê ragihand

17 January 2025 12:01 0 dîtin
PKK sert û mercên vekisîna ji Sûriyeyê ragihand

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya Reutersê ku li ser zarê rayedarekî PKKê belav kiriye, eger Rojava di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bimîne û HSD di rêveberiya navendî de cih bigire wê PKK ji Sûriyê vekişe.

Rayedarekî PKKê yê Herêma Kurdistanê ji Reutersê re axivî û diyar kir ku pêwîst e endamên rêxistina li Rojava derkevin derveyî welat.

Rayedarê PKKê got, "Her hewldaneke ku Rojava ji aliyê HSDê ve bê birêvebirin an jî HSDê di rêveberiya hevbeş de xwedî roleke girîng be, wê me razî bike ku em ji herêmê derkevin."