Reuters: Enqereyê sertên vekisîna ji Sûriyeyê askere kir
PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler şertên vekişîna Hêzên Çekdar ên Tirkiyey ji Sûriyê ku Rojavayê Kurdistanê aşkere kir.
Guler ji Reutersê re axivî û got: "Koordînasyona vekişîna ji Sûriyeyê tenê piştî ku destûra nû ya Sûriyeyê bê çêkirin û li Sûriyeyê hilbijartin bêne kirin, dikare bê nîqaşkirin."
Guler her wiha diyar kir ku eger şert û mercên pêwîst pêk bên, Tirkiye û Sûriye dikarin di asta wezîran de civînan pêk bînin û dom kir:
"Koordînasyona vekişîna ji Sûriyeyê tenê piştî ku destûra nû li Sûriyeyê bê qebûlkirin, hilbijartin bên kirin û sînor bên ewlekirin, dikare bê gotûbêjkirin."
Lê belê Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esed, di derbarê destpêkirina danûstandinên navbera Tirkiye û Sûriyeyê de gotibû ku eger ew li ser mijarên sereke yên wek vekişîna hêzên Tirkiyeyê ya ji bakurê Sûriyeyê li hev bikin, danûstandin dikarin bêne destpêkirin.
Bernameya frokeyên şer ên F-35
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di derbarê qeyrana frokeyên şer ên F-35 a navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Tirkiyeyê de jî nirxandinan kir û got: "Helwesta Enqereyê jî û ya Washingtonê jî neguheriye, lê belê danûstandin didomin."
Guler diyar kir ku Enqere dixwaze ji Îngilîstan, Îspanya û Almanyayê jetên 'Eurofighter Typhoon' bikire, lê belê heta niha pêşketineke berbiçav çênebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin