Ajansa Reutersê sertê vekisîna PKKê ya ji Sûriyê ragihand
PeyamaKurd – Ajansa Reutersê ragihand ku PKKê şertê xwe yê vekişîna ji Sûriyê ragihandiye û gotiye ku eger Rojava di bin kontrola HSDê de bimîne û li rêvebiriya navendî ya Şamê cîh bidinê, dê ji Sûriyê vekişe. Reustersê çavkaniya nûçeya xwe bir ser rayderekî PKKê yê ku di baregeha siyasî de dixebite lê nav neda.
Li gor Rûdawê ragihand; rayedarê PKKê ji bo ajansa Reutersê gotiye:
“Rojhilatê-bakûrê Sûriyê eger di bin rêvebiriya HSDê de bimîne û HSD di rêvebiriya Sûriyê de bibe hevparekî girîng, wê hewlekî weha me razî bike da em ji herêmê vekişin.”
Heya niha Tirkiyê qebûl nekiriye ku HSD li Rojava bimîne û dixwaze endamên PKKê ji Sûriyê derên. Tirkiye dibêje eger ev nebin, wê mudaxeleya leşkerî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin