Daxuyaniya Hamasê ya li ser sert û mercên nû yên Netanyahu

10 September 2024 10:02 0 dîtin
Daxuyaniya Hamasê ya li ser sert û mercên nû yên Netanyahu

PeyamaKurd – Endamê Buroya Siyasî ya Hamasê Îzzat El Rişk got ku ew li dijî şert û mercên nû yên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di danûstandinên agirbestê û pevguhertina girtiyan li Xezzeyê de ne.

Rişk got, "Eger li Netanyahu zext neyê kirin û tişta ku li ser hatiye lihevkirin neyê ferzkirin, êsîrên Îsraîlê ronahiya rojê nabînin."

Derbarê maddeyên ku Netanyahû li pêşnûmeya rêkeftinê zêde kirine, Rişk got, "Hejmarkirina şert û mercên nû yên Netanyahu wek xala danûstandinê wê me vegerîne asta yekem."

Herwiha di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wê yekê ku Îsraîl û DYA hewl didin li dijî Hamasê şert û mercên nû deynin û got, "Bi derewan û astengkirina danûstandinan hewl didin ji berpirsyariya êrîşên li ser gelê me yê Filistînê birevin."