Daxuyaniya Hamasê: Sertên bêçekbûnê ragihandin

25 April 2024 14:35 0 dîtin
Daxuyaniya Hamasê: Sertên bêçekbûnê ragihandin

PeyamaKurd – Endamê Mekteba Siyasî ya Hamasê Xelîl el-Hayye got ku koma çekdar amade ye ku agirbesteke 5 salî yan dirêjtir ligel Îsraîlê qebûl bike û wê çekên xwe deyne û bibe partiyeke siyasî eger dewleteke serbixwe ya Filistînî li ser sînorên berî sala 1967an were damezrandin.

Xelîl el-Hayye got ku koma çekdar amade ye ku agirbesteke bi Israîlê re ku pênc sal an jî dirêjtir bidomîne qebûl bike.

Hayye rêveberiya Îsraîlê bi dirêjkirina pêvajoya muzakereyê sûcdar kir. “Hamas di danûstandinan de nermbûneke tam nîşan da, lê dagirker (Îsraîl) pêvajoyê dirêj dike. Hamas dixwaze êdî şer biqede û ji bo vê jî nermbûna pêwîst nîşan da, lê dagirker ev yek red kir. Bêyî agirbesteke tam, lihevkirin çênabe."

Wî herwiha ragihand ku eger dewleteke serbixwe ya Filistînê di nav sînorên sala 1967 de were damezrandin, ew grûp dê çekên xwe deyne û bibe partiyeke siyasî.

Daxuyaniyên Hayye di demekê de hatin ku hevdîtinên agirbestê yên ku bi mehan berdewam kiribûn, ketibûn tengasiyê. Daxuyaniya Hamasê ya ku wê çekan deyne jî ji bo komên çekdar ên ku ji bo "hilweşandina Îsraîlê" kirine tawîz hat dîtin.

Lê belê, serkirdayetiya niha ya Îsraîl ku piştî êrîşên kujêner ên 7ê Cotmehê soza "perçiqandina Hamasê" dabû, bi tundî li dijî damezrandina dewleteke Filistînî li welatên ku di şerê Rojhilata Navîn de di sala 1967an de ji aliyê Îsraîlê ve hatibû girtin, radiweste.