Daxuyaniya Hamasê: “Pêsniyara agirbestê ya navbeynkaran li ser çi ye?”

02 November 2024 14:04 0 dîtin
Daxuyaniya Hamasê: “Pêsniyara agirbestê ya navbeynkaran li ser çi ye?”

PeyamaKurd – Medyaya filistînî ku amaje bi daxuyaniya jêderekî sereke yê Hemasê kirî, diyar kiriye ku pêşniyarên ku navbeynkaran pêşkêş kirine, rawestandina şer ya timî, vekişîna Îsraîlê ya ji Xezeyê û vegerandina hêsîran li xwe nagire.

Wî jêderî diyar kiriye ku Hemasê ji Misir û Qeterê re dubare kiriye ku daxwaza gelê Filistînê “agirbesteke tam, berfireh û timî, vekişîna tam a Îsraîlê ji Xezeyê, vegerandina hêsîran û rakirina dorpêçê ye.”

Wî her wiha eşkere kiriye ku şanda Hemasê tekezî li ser pêwîstiya dabînkirina pêdiviyên sereke yên weke xwarin, vehewandin, derman û jinûveavakirinê kiriye û piştre pevguhertina girtiyan bi giranî pêk bîne.

Heman jêderî bal kişandiye ser vê yekê ku Hemas ji bo pêkanîna van armancan û cîbicîkirina biryara 2735ê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji her cure fikir û danûstandinan re vekirî ye.