Daxuyaniya Hamasê ya li ser dirêjkirina agirbestê

27 November 2023 11:30 0 dîtin
Daxuyaniya Hamasê ya li ser dirêjkirina agirbestê

PeyamaKurd – Hamasê ragihand ku ew hewl didin di şerê bi Îsraîlê re 'rawestana însanî' dirêj bikin da ku zêdetir girtiyan serbest berdin.

Hamasê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir, ew hewl didin peymana bi Îsraîlê re ya ku di şer de pevguhertina girtiyan û 'sekineke însanî' dihewîne dirêj bikin da ku zêdetir girtiyan serbest berdin.

Lihevkirina li ser pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê ya li ser "rawestandina însanî" ya 4 rojan, roja Înê 24ê Mijdarê di saet 07:00an de ket meriyetê.