Heyeta Hamasê ji bo agirbestê û pevguhertina girtiyan diçe Misrê

28 January 2025 09:07 0 dîtin
Heyeta Hamasê ji bo agirbestê û pevguhertina girtiyan diçe Misrê

PeyamaKurd – Hamasê ragihand ku şandeke bi serokatiya Serokê Encumena Serkirdayetiyê Mihemed Derwîş çû Qahîreyê û bi rayedarên Misrê re li ser cîbicîkirina rêkeftina agirbestê li Şerîda Xezzeyê û geşedanên derbarê pevguhertina girtiyan bi Îsraîlê re gotûbêj kir.

Hamasê di daxuyaniyeke nivîskî de got, "Şandek bi serokatiya Serokê Encûmena Serkirdatiya Hamasê Mihemed Derwîş doh êvarê bi serdaneke fermî çû paytexta Misrê Qahîreyê."

Herwiha hate destnîşankirin ku tê plankirin ku heyet bi rayedarên payebilind ên Misirê re li ser pêkanîna peymana agirbestê li Şerîda Xezzeyê û geşedanên di derbarê pevguhertina girtiyan a sê qonax de nîqaş bike.

Peymana agirbestê û pevguhertina girtiyan di navbera Hamas û Îsraîlê de li Xezzeyê roja Yekşemê 19ê Çile di saet 12:15an de ket meriyetê.