"Îsraîl amade ye bi Hamasê re pevguhertina girtiyan ji nû ve muzakere bike"
PeyamaKurd – Di nûçeya Televîzyona Kanal 12 ya Îsraîlê de hat diyarkirin ku Îsraîl ji muzakereyan re amade ye û di koma ku were muzakerekirin de nexweş, birîndar, extiyar û jin hene.
Di nûçeyê de hat îdiakirin, di hefteya pêş de ne pêkan e ku lihevkirineke nû pêk were, lê Îsraîl dixwaze pêvajoyeke nû bide destpêkirin û zextê li Hamasê bike.
Hate gotin, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hevdîtina xwe ya bi Seroka Xaça Sor Mirjana Spoljaric ku tê payîn di rojên pêş de serdana Îsraîlê bike, plan dike ku zextê li Xaça Sor bike.
Di nûçeyê de hat îdiakirin, rayedarekî payebilind ê Îsraîlî yê ku navê wî nehate zanîn got, "Ji bo peymanên nû şert û merc amade ne."
Rayedarê navborî îdia kir, Şefê Mossadê David Barnea ji bo guhdarîkirina gotinên navbeynkaran telîmatên nû wergirtiye û got, "Eger Qeterî bixwazin biaxivin, em ê guhdarî bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin