Almanya: Li Rûsyayê kesên seferberiya qismî red dikin dikarin ji bo penaberiyê serî li Almanyayê bidin

23 September 2022 12:02 0 dîtin
Almanya: Li Rûsyayê kesên seferberiya qismî red dikin dikarin ji bo penaberiyê serî li Almanyayê bidin

PeyamaKurd – Wezîra Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser da zanîn, kesên ku li Rûsyayê seferberiya qismî red dikin û naxwazin tevlî artêşê bibin, dikarin ji bo penaberiyê serî li Almanyayê bidin.

Wezîra Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser ji rojnameya Frankfurter Allgemeine Sonntagszeitung re axivî û diyar kir: “Wekî qaîde, leşkerên reviyî yên di bin gefa zextên giran de li Almanyayê sûdê ji parastina navneteweyî digrin. Her kesê ku bi wêrekî li dijî rejîma Vladimir Putin derdikeve û ji ber vê yekê xwe dixe metirsiyeke mezin, dikare bi hinceta zextên siyasî li Almanyayî serî li penaberiyê bide.”

Nancy Faeser Nancy eşkere kir, Almanya ji xwe bi mehan e mûxalîfên Rûs ên ku zilm dîtine û gef li wan tên xwarin, qebûl dike.

Herwiha Wezîra Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser di derbarê heman mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê jî daxuyaniyek belav kir û destnîşan kir: “Rûmeta Putîn a ji mirovahiyê re bi leşkerên xwe yên ku ew dişîne nav vî şerê kujer li dijî gelê sivîl ê Ukraynayê namîne. Ji ber vê yekê firarên ku ji ber zextên dijwar gef li wan tê xwarin, bi gelemperî li Almanyayê parastina navneteweyî werdigrin.”

Wezîrê Dadê yê Almanyayê Marco Buschmann jî li ser heman mijarê eşkere kir: “Her kesê ku ji Pûtîn nefret dike û ji demokrasiya lîberal hez dike, dikare li Almanyayê beşdarî me bibe.”