Almanyayê, tanqên Leopard 2 radestî wî welatî kirin

28 March 2023 16:30 0 dîtin
Almanyayê, tanqên Leopard 2 radestî wî welatî kirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji aliyê Kovara Spiegel a Almanyayê ve hatin ragihandin, Almanyayê hejmarek tanqên Leopard 2 şandine Ukraynayê.

Di agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku ji aliyê Artêşa Almanyayê ve ji bo Ukraynayê 18 tanqên bi navê Leopard 2 hatine şandin û ev tanq gihîştine ber destên rayedarên artêşa Ukraynayê.

Hat ragihandin ku tanq, dawiya hefteyê hatine veguhestin û ev tanq tevî pakêtên çekên bikêrhatî û parçeyên berdest ên tanqan hatine radestkirin.

Her wiha li gorî nûçeya hat ragihandin, ji bilî tanqan; 40 heb maşînên şer ên zirxî yên bi tîpa Marder jî ji bo herêma şer hatine veguhestin.

Li gorî hat ragihandin, hikûmeta Almanyayê, ji ber metirsiya ewlehiyê rêya ku sewqîyat çêbûye, veşarî dihêle û hat eşkerekirin ku artêşa Almanyayê, bi bernameyeke lezkirî perwerdehiyeke 2 mehan a leşkerî daye leşkerên Ukraynayê.