Pentagon: Em ê tanqên kevin nûjen bikin û bidin wî welatî

22 March 2023 15:30 0 dîtin
Pentagon: Em ê tanqên kevin nûjen bikin û bidin wî welatî

PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon), ji bo bilezkirina şandina tanqan a ji bo Ukraynayê ragihand ku li cihê tanqên nû Abrams M1-A2, ew ê qalikên tanqên kevin nûjen bikin û heta payîzê bidin artêşa Ukraynayê.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Pentagonê Sererkan Patrick Ryder ve hat dayîn, hat gotin ku "Wekî ku di meha çileyê de hatibû ragihandin, Amerîka di çarçoveya Înîsiyatîfa Ewlekariyê ya Ukraynayê de dê 31 tanqên M1 Abram bide artêşa Ukraynayê.

Piştî lêkolîna bê ka em çawa dikarin çêtir bikin, Pentagonê bi hevrêziya Ukraynayê re biryar da ku M1-A1yan radest bike. Ev yek dê dema radestkirinê gelekî kurt bike."

Ryder diyar kir ku dê tanqên M1-A1 bên nûkirin û da zanîn ku ev tanq dê heta payîzê ji artêşa Ukraynayê re bên şandin û da ragihand ku guhertina kel û pelên tanqan dê di çarçoveya bûdceya berevaniyê ya Amerîkayê de di çarçoveya Înîsiyatîfa Ewlekariya Ukraynayê de were fînansekirin.

Patrick Ryder tekez kir ku kirîna tanqên yekem ên hatine ragihandin, dibe ku zêdetirî salekê berdewam be.