Macron: Dema ku tist ji rê derkevin em ê qut bikin
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got, "Gava ku tişt ji rê derkeve, divê em di rewşekê de bin ku em rêgez bikin an gihîştina (torên medyaya civakî) qut bikin."
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, bi şaredarên ku herêmên wan ji ber xwepêşandanên ku ji ber mirina ajokarê bi navê Nael M. destpê kiribûn, li Qesra Elyseeyê destpê kiribûn, hevdîtin kir.
Macron di daxuyaniya xwe ya li vir de wiha got: "Divê em balê bikişînin ser qedexeyên li ser torên medyaya civakî. Divê em di rewşekê de bin ku bi rêkûpêk bikin an gihîştina (torên medyaya civakî) qut bikin."
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin di axaftina xwe ya li Meclisa Neteweyî de diyar kir, ji 4 hezar kesên di xwepêşandanan de hatin desteserkirin ji sedî 10 biyanî ne.
Wezîrê Dadê Eric Dupond-Moretti ragihand, di çarçoveya xwepêşandanan de 350 kes hatine desteserkirin.
Polîsên Fransî di 27ê Hezîranê de li Nanterreyê gule li maşîneya ku 3 kes tê de bûn reşandin û ajokarê 17 salî Nael M. Di encamê de hat kuştin.
Kesên bertek nîşanî mirina Nael dan, li bajarên cuda yên welêt daketin qadan û bi polîsan re pevçûn.
Polîsê ku ciwan qetil kir ji wezîfeyê hat girtin û cezayê hepsê hat dayîn.
Herwiha di xwepêşandanên ku li gelek bajaran Parîs, Marsîlya û Lyonê jî di nav de hatin lidarxistin de, talan hatin kirin, li nêzî 10 bajaran ji saet 21.00an ve qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin