Sirri Sureyya Önder: Em bi hêvî ne di 3 mehan de her tistî sererast bikin
PeyamaKurd – Piştî hevdîtinên bi Îmraliyê re û banga Öcalan ya di derbarê fesha PKKê û danîna çekan, PKKê agirbesê ragihand. Endamê heyetê Sırrı Süreyya Önder, got ku di hefta pêşiya me de, wê di navbera wezîfedarên dewletê û siyasiyan de civîn pêkwerin. Önder weha got:
“Em hêvî dikin ku di 3 mehên pêşiya me de her tiştî li hev rast bikin. Di hefta pêşiya me de wê wezîfedarên dewletê û siyasî gelek civînan bikin û wê her tişt zelal bibe.”
Li ser mijara wê PKK çekan deyne an daneyne, Önder got:
“Ez nikarim li ser navê PKKê tiştekî bêjim û wê çawa dest ji çekan berdin. Ya girîng ewe ku îrada danîne ortê û bi birayarîbûne. Eger Tirkiye bi samimiyet û ciddiyet rojeva xwe bixe rê, wê karibe hemleyên demokratik yên guherînê li pey hev bîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin